Li Moskovayê li dijî xwaringehekî êrîşa bombeyî: 3 mirî, 21 birîndar
Li Moskowaya paytexta Rûsyayê, di êrîşeke bombeyî ya li restoranteke luks a Îtalî de 3 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.
Karbidestên Rûsî êrîş wekî "kiryarek terorîstî" bi nav kirin, lê hêna jî derbarê kesên ku ew kiryar kirine de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Şaredarê Moskowayê Sergey Sobyanin, di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, êrîşa ku roja Şemiyê êvarê pêk hat wekî kiryarek hovane ya terorê bi nav kir. Wî diyar kir ku birîndar li nexweşxaneyên li seranserê bajêr têne dermankirin û lêpirsîna bûyerê berdewam dike.
Li gorî medyaya dewletê ya Rûsyayê, ku ji rayedarên herêmî vedigere, di teqîna li xwaringeha Balzi Rossi ya li meydana Kudrinskaya ya navenda Moskowê de sê kes, tevî jina ku tê îddîakirin êrîş pêk aniye, mirine.
Komîteya Neteweyî ya Dijî Terorê ya Rûsyayê ragihand ku di teqînê de herî kêm 21 kes birîndar bûne. Li gorî RIA Novosti, jinek ku teqemenî hilgirtibû hewl da ku bikeve xwaringehê, lê dema ku pasevanekî ewlehiyê rê li ber wê girt ku bikeve hundir, teqemenî li nêzî derî teqiya.
Komîteya Lêpirsînê ya Moskowê ragihand ku lêpirsîneke berfireh li ser bûyerê berdewam dike, û heta piştî nîvroya Yekşemê, ti kes an rêxistinê berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe.
RIA Novosti ragihand ku di dema êrîşê de xwaringeh ji bo çalakiyek taybet girtî bû. Wêneyên ku di medyaya dewleta Rûsyayê de hatine weşandin nîşan didin ku hêzên ewlehiyê yên bi çekên giran, ambulans û tîmên awarte ber bi cihê bûyerê ve têne şandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên erdheja bi pileya 7.1 ku di 28ê Tîrmehê de li wîlayeta Kumamoto ya Japonyayê çêbû, gihîşt 38 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de di êrîşên rejîma sîyonîst de 19 Filistînî şehîd bûne û 35 jî birîndar bûne. Bi vê yekê, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara tevahî ya şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73 hezar û 375 kesan.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku mizakereyên bi Îranê re ew ê roja Duşemê dest pê bikin. Trump îddîa kir ku Emrîka amadekariya "êrîşa herî mezin a li ser Îranê ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve" dike lê ew rawestand, Tehran jî ev îddîa red kir.